Xal 81 — Sedem.
"Înîsiyatîf"a ku kesayetiya hiqûqî tune be nikare pere bigire, peymanê îmze bike, daxwaznameyê bide, doz veke an mal bikire. Defter jî vê kêmasiyê nabire: tomar delîl e, ne kesayetiya hiqûqî. Loma forma hiqûqî ne pirsa paşerojê ye; ew pêngava yekem e.
Xal 82 — Pêngava 1 (sal 1).
Li Almanyayê komeleyeke qeydkirî (e.V. — eingetragener Verein) hatiye damezrandin û statûya kêrhatina giştî (gemeinnützig) hatiye girtin.
Berpirs: Komîteya Rêveber + Desteya Karên Hiqûqî û Dîplomatîk.
Xal 83 — Pêngava 2 (sal 2–3).
Ji bo rûyê Brukselê, komeleyeke navneteweyî ya bê armanca qezencê (AISBL, Belçîka) hatiye damezrandin.
Xal 84 — Pêngava 3 (sal 3–5).
Weqfek (Stiftung) ji bo domdariya darayî hatiye damezrandin (Xal 198).
Xal 85 — Şaxên herêmî.
Her herêma fermî li gorî hiqûqa welatê xwe forma xwe ya qeydkirî digire û bi peymaneke navxweyî bi navenda ÎCK ve girêdayî dibe. Rêzikên ofîsan di Beşa VI de ne.