Destûrname
Komîteya Rêveber
Xal 42 — Pêkhatin. Komîteya Rêveber ji sekreterekî/ê, ji çar (4) heta heşt (8) endamên esîl û ji du (2) endamên cîgir pêk tê.
Xal 43 — Hilbijartin û dem. Sekreter û endamên Komîteya Rêveber ji aliyê Meclîsê ve, ji bo du (2) salan, tên hilbijartin. Ji bo herî zêde du (2) deman li pey hev dikarin ji nû ve bên hilbijartin.
Xal 44 — Erk. Komîteya Rêveber: a) biryarên Meclîsê bi cih tîne; b) desteyan û şaxan koordîne dike û çavdêriya wan dike; c) ÎCK li derve temsîl dike; d) budçeyê bi kar tîne û rapora darayî amade dike; e) erkên xwe di navbera xwe de parve dike û parvekirinê diweşîne; f) tomarkirina biryaran li ser zincîrê mîsoger dike (Xal 65).
Xal 45 — Şertên endamtiyê. a) Divê her endam zimanê welat an herêma ku lê dijî bizane. b) Divê her endam herî kêm du ciwanên xwedî lîsansa zanîngehên Ewropayê bike endam an çalakvanê ÎCK û wan li gorî binyata ÎCK perwerde bike, da ku nifşên ciwan siberojê di lijneyên rêveber de cih bigirin.
Xal 46 — Mercê nelihevbûnê (Inkompatibilität). Kesê/a ku di organeke rêveber a navendî an herêmî ya partiyeke siyasî de bi wezîfe be, nikare bibe endamê Komîteya Rêveber an endamê Divana Hakemiyê. Endamtiya sade ya partiyekê ne asteng e. Ev merc di dema namzetiyê de bi daxuyaniyeke nivîskî tê ragihandin û daxuyanî li ser zincîrê tê tomarkirin. Daxuyaniya derew binpêkirina Destûrnameyê ye û tê ber Divana Hakemiyê.
Xal 47 — Berpirsiyarî û jiwezîfegirtin. a) Meclîs dikare bi dengê bêbaweriyê (piraniya delegeyên qeydkirî) Komîteya Rêveber an endamekî wê ji wezîfeyê bigire. b) Heke Divana Hakemiyê binpêkirineke Destûrnameyê tespît bike, Komîteya Rêveber di nav sî (30) rojan de Meclîsê bi awayekî awarte digire.
Xal 48 — Sekreter û sînorê îmzeyê. a) Biryarên sazî û desteyan bi îmzeya sekreter dikevin meriyetê, piştî ku li ser zincîrê hatin weşandin (Xal 101). b) Sekreter berî îmzekirinê bi endamên rêveber re dişêwire. c) Sekreter nikare Destûrnameyê şirove bike; şirovekirin bi tenê ya Divana Hakemiyê ye (Xal 53/a).
Katkıda bulunmak ister misiniz? Okuma herkese açıktır. Değişiklik ve tartışma için cüzdanınızla ya da davet kodunuzla giriş yapmalısınız.