Destûrname
BEŞA VIII — BERNAMEYA ÇALAKIYÊ
Xal 164 — Prensîba bingehîn. Her çalakiyek xwedî sê tiştan e: desteya berpirs, demjimêr, û encameke tê pîvandin. Çalakiya ku pîvana wê tune be, di rapora salane de wek nehatî cîbicîkirin tê nivîsandin.
Xal 165 — Rastkirina amûran. Di guhertoya berê de hate gotin ku îmze dê bên berhevkirin û radestî rayedarên Neteweyên Yekbûyî bên kirin. Ev daxwaz ji aliyê hestî ve rast e lê ji aliyê hiqûqî ve encam çênake: berhevkirina îmzeyan bi xwe ne amûreke hiqûqî ye. Loma amûrên ku bi rastî belgeyeke fermî hildiberînin tên bikaranîn (Xal 166–175).
Xal 166 — Daxwaznameyên Parlementoya Ewropayê (PETI). Her kesê/a ku li Yekîtiya Ewropayê niştecih e dikare daxwaznameyê bide Lijneya Daxwaznameyan a Parlementoya Ewropayê. Her daxwazname belgeyeke fermî ya YE ya domdar diafirîne. Berpirs: Desteya Karên Hiqûqî û Dîplomatîk. Pîvan: sal 1 — herî kêm 1 daxwazname hatiye dayîn û jimara wê ya fermî hatiye tomarkirin.
Xal 167 — Raporên sîya yên UPR (Konseya Mafên Mirovan a NY). Ji bo dorên Nirxandina Periyodîk a Gerdûnî (UPR) yên Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê raporên sîya tên amadekirin û radestkirin. Ev amûr erzan e, xwedî demjimêreke diyar e, û tomareke fermî ya NY hildiberîne. Pîvan: di her doreke ku dikeve dema wezîfeyê de — 1 rapora sîya hatiye radestkirin.
Xal 168 — Peymana Çerçeveyî ya Konseya Ewropayê (FCNM). Di dora raporkirinê ya Peymana Çerçeveyî ji bo Parastina Kêmneteweyan de beşdarî tê kirin (ji bo welatên endam ên ku kurd lê dijîn). Pîvan: 1 beşdariya nivîskî di her dorê de.
Xal 169 — Endamtiya UNPO. Ji bo endamtiya UNPO (Rêxistina Neteweyên û Gelên Nenûnerandî) serlêdan tê kirin. Pîvan: sal 2 — serlêdan hatiye kirin; sal 3 — encam hatiye weşandin.
Xal 170 — Înîsiyatîfa Hemwelatiyên Ewropayê (ECI). a) ECI 1 mîlyon îmzeyan ji herî kêm 7 welatên endam dixwaze, û mijara wê divê di nav desthilata Komîsyona Ewropayê de be. b) "Kurdistan bê naskirin" nikare bibe mijara ECIyekê; lê mafên zimanî û çandî yên kêmneteweyan dikarin bibin. c) Mînaka ku divê bê xwendin: Minority SafePack — 1,1 mîlyon îmze, di 2017an de hate qebûlkirin, Parlementoyê piştgirî da, Komîsyonê di 2021ê de gav neavêt. Ev hem rê hem tavan nîşan dide. Pîvan: sal 2 — nirxandineke hiqûqî ya pêkanbûnê hatiye weşandin; sal 4 — biryara destpêkirinê hatiye girtin.
Xal 171 — Kampanyaya îmzeyan, ji nû ve pênasekirî. Kampanyayên îmzeyan tenê di formeke ku encameke hiqûqî çêdike de tên kirin: îmzeyên ECIyê, an piştgiriya daxwaznameyeke PETIyê. Îmzeyên bêyî çerçeveyeke hiqûqî tenê wek çalakiya ragihandinê tên hesibandin û wek destkeftî nayên nivîsandin.
Xal 172 — Pêwendiyên dîplomatîk. Bi desteyên dîplomatîk re bi saziyên dewletên dinyayê re civîn tên kirin. Ofîsên welatan (Beşa VI) di van pêwendiyan de gövdeya xwecihî ne. Pîvan: hejmara civînên fermî yên bi protokol tomarkirî, salê carekê tê weşandin.
Xal 173 — Salvegera 25ê Îlonê. Her sal di roja salvegera referandûma 25.9.2017an de, ji bo zindîgirtina daxwaza mafê çarenûsê, kampanya û xwepêşandan tên li dar xistin (li gorî Xal 88).
Xal 174 — Salvegera Peymana Lozanê. Her sal di roja salvegera Peymana Lozanê (24ê Tîrmehê) de, li pêşiya salona ku peyman lê hatiye îmzekirin, bi çalakiyên dîplomatîk ên girseyî binpêkirina mafên neteweyî yên miletê kurd tê şermezarkirin.
Xal 175 — Newroz. ÎCK cejna Newrozê di roja xwe de — 21ê Adarê — pîroz dike. Şêlûkirina wateya Newrozê û pîrozkirina ne di roja xwe de tê redkirin. (Ev xaleke sor e — Xal 87/5.)
Xal 176 — Festîwala Kurdistanê. Li Ewropayê salê carekê Festîwala Kurdistanê tê li dar xistin, bi armanca xurtkirina pêwendiyên di navbera civatên kurd ên diyasporaya Ewropayê de. Pîvan: hejmara beşdaran û hejmara herêmên beşdar tên tomarkirin.
Xal 177 — Mafê perwerdehiya bi kurdî. ÎCK li Ewropayê doza parastina zimanê kurdî û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê dike: bi wezaretên perwerdehiyê yên eyalet û welatan re danûstandin, bernameyên dersa zimanê dayikê, perwerdekirina mamosteyan. Pîvan: hejmara dibistan/eyaletên ku dersa kurdî tê de hatiye destpêkirin, salê carekê tê weşandin.
Xal 178 — Piştgiriya namzetên kurd. ÎCK di her hilbijartineke li welatên Ewropî de piştgiriya her namzetekî/e kurd dike, ji kîjan partiyê be jî.
Xal 179 — Ciwan û perwerde. a) ÎCK dixwaze keç û xortên kurd ên li Ewropayê ku perwerdehiya xwe di asta lîsans an lîsansa bilind de qedandine, bikevin ber xizmeta têkoşîna miletê kurd li her pênc perçeyên Kurdistanê. b) ÎCK dixwaze ew ciwanên xwedî dîploma biçin Kurdistanê da ku serweriya xwe nas bikin, zanîn û azmûnên xwe bikin xizmeta avakirina Kurdistanê, û her yek ji wan li Ewropayê wek dîplomatekî/ê parastina welatê xwe bike. Pîvan: hejmara ciwanên ku her sal beşdarî bernameyê dibin.
Xal 180 — Piştgiriya xwendekaran. ÎCK alîkariya xwendekarên ku li Kurdistanê dixwînin lê dixwazin perwerdehiya xwe li welatên Ewropî biqedînin dike: agahdarî, rêbernameya serlêdanê, pêwendiya bi zanîngehan re.
Xal 181 — Medya. ÎCK hewl dide medyayeke azad a girêdayî civaka Kurdistaniyan ava bibe (Xal 60).
Xal 182 — Avakirina ofîsan. Pîvan: sal 1 — 1 ofîs (Almanya) qeydkirî; sal 2 — 3 ofîs; sal 3 — 5 ofîs; sal 5 — 10 ofîs. Her ofîs bi jimara xwe ya qeyda xwecihî tê tomarkirin.
Xal 183 — Qeyda welatiyan. Pîvan: sal 1 — 500 welatiyên piştrastkirî; sal 2 — 2.000; sal 3 — 5.000. Hejmar li ser zincîrê tê jimartin, ne bi texmînê.
Xal 184 — Zivirandina kursiyan. Pîvan: ji bo her kursiyekî, dîroka hilbijartina yekem a li ser zincîrê û dîroka zivirandinê tên weşandin (Xal 129).
Xal 185 — Rapora giştî. Komîteya Rêveber salê carekê raporeke giştî ya vê beşê diweşîne: kîjan pîvan hatiye dagirtin, kîjan nehatiye, û sedema wê.
Tu dixwazî beşdar bibî? Xwendin ji her kesî re vekirî ye. Ji bo guhertin û nîqaşê, divê tu bi cizdana xwe an bi koda vexwendinê têkevî.
Cizdana te tune? Cizdan ji bo Android û gerokê heye. Ji bo iPhone hê tune — bi koda vexwendinê têkeve.